Erebên Qamişlo xwebexş diçin nav rêzên rêjîma Sûriyê
Heman çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji BasNewsê re got: ‘‘Piştî rêxistina radîkal Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ji parêzgeha Reqayê vekişiya hêzên rîjîma Sûriyê deriyê xwebexşkirinê vekir bi mebesta komkirina leşkeran da wê valahiya parêzgehê dagire.’‘
Li gor heman jêderan piştî vekişîna ji Reqayê niha hêzên DAÎŞ’ê berê xwe didin parêzgeha Dêrezor, Meyadîn û Bokemal. Ji aliyekî din ve hinek çavkanîya ji Meyadînê ragehandin ku sê roj dibin şer û pevçûnên dijwar di navbera Cebhet El-Nûsra û DAÎŞ’ê de berdewam in û ew nûçeyên ku dibêjin rêxistina DAÎŞ’ê wê ji parêzgeha Reqayê vekişe û ber bi Dêrezor û bajarên derdora biçe rast in.
Li gor hinek çavdêrên leşkerî jî, du armancên wê guhertîna binkeyên leşkerî di navbera rêjîma Sûriyê û DAÎŞ’ê de hene, yekeke rêjîma Sûriyê dixwaze destê xwe deyne ser çavkaniyên enerjiyê yên li ser Bendava Firatê, duyem jî rêjîm dixwaze ji têkçûna xwe ya bi Artêşa Azad re ji parêzgeha Dîrezorê bireve û DAÎŞ’ê rûbirûyê Artêşa Azad bike ku hinek bîrên petrolê di jêr kontrola wan de ne.
BasNews
