Îran dixwaze postê parêzgarê Silêmaniyê ji YNK’ê re be
Di vê derbarê de çavkaniyeke cihê baweriyê ji BasNewsê re eşkere kir ku Îranê daxwazek pêşkêşî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kiriye daku li encûmena dahatû ya Silêmaniyê qenaetê bi herdu partiyên din ên Îslamî bîne deng bidin namzetê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bo postê parêzgarê Silêmaniyê. Li beramber jî Îranê soz daye ku zextê li YNK’ê bike daku beşdarî hikûmeta koalîsyonê ya Herêma Kurdistanê bibe.
Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên encûmena parêzgeha Silêmaniyê, Tevgera Goran zêdeyî 350 hezar deng bidest xistine, YNK’ê zêdeyî 250 hezar deng, PDK’ê nêzîka 90 hezar deng, Komel û Yekgirtûya Îslamî jî bi hevre nêzîka 120 hezar deng bidest xistine.
Derbarê vê mijarê de, Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd ji BasNewsê re got ku heta niha hîç welatekî ligel YNK’ê qala vê pirsê nekiriye û zext jî lê nekiriye daku beşdarî hikûmeta nû bibe. Lê belê endamê Encûmena Serkirdayetî ya PDK’ê Elî Husên tekez kir ku bi awayekî giştî bandora herêmî li ser rewşa İraq û Herêma Kurdistanê heye.
Husên wiha axifî: ‘’Hinek caran hest bi ajendeya aliyekî herêmî hatiye kirin, lê em hêvîdar in aliyên Kurdistanê vê mijarê bi aliyê nerîna hevbeş û berjewendiyên hevbeş de bibin, neku cîbicîhkirina ajendeyeke herêmî.’‘
BasNews
