• Saturday, 14 February 2026
logo

Şêwirmendê Xaminî: Sînorê Êranê heya qeraxên Libnanê ye

Şêwirmendê Xaminî: Sînorê Êranê heya qeraxên Libnanê ye
Şêwirmendê rêberê bilind ê şoreşa îslamî ya Êranê radighîne ku sînorê rasteqîne yê welatê wî ne ewê niha heyî ye belku li qeraxên derya sipî a naverast li başûrê Libnanê bi dawî dibe.

Fermandarê berê yê artêşa Pasdaran a Êranê û rawêjkarê serbazî yê niha yê rêberê bilind yê şoreşa îslamî ya Êranê Elî Xaminî ferîq Yehya Rehîm Sefewî piştevaniya welatê xwe bo serokê sûriyê Beşar Esed dupat kir û berevanî li siyaseta welatê xwe beramber bi aloziya Sûriyê jî kir.

Yehya Rehîm Sefewî got: Sînorê me yê Rojhilat heya Şelemçe nîne, belku dighêje başûrê Libnanê.

Di berdewamiya axaftina xwe de Sefewî gotiye: Eve cara sêyeme desthilata me dighêje kenarên deryeya sipî a naverast. (wek amaje kirin bi sînorê herdu împaratoriya Exmînî û Sasanî berya hatina îslamê.)

Her weha cext li giringiya stratejî ya Sûriyê jî kiriye û bi pira Asya û Efrîqayê binav kir, Yehya Rehîm Sefewî got: Sûriyê take welate îtiraf bi siyonîzmê nekiriye û heya niha jî bereya berxwedanê ye li pêşiya siyonîzmê de. Her weha Sûriyê yekem welat bûye di nava welatên ereb de ku di dema Hafiz Esed e piştevaniya serbazî di dema şerê Êranê li gel Êraqê de kiriye.

Xendan/El - Erebiye
Top