Esed û du kesên din namzedên serokatiya Sûriyê ne
Li gor televîzyonê fermî ya Sûriyê; “Dadgeha Destûrî ya Bilind daxwaza namzediyê ya Mahir Ebdulhefzî Hecar, Hesan Ebdulla Nûrî û Beşar Hafiz Esed, qebûl kiriye.” Li gor xaleke benda 85 ya destûra Sûriyê, “kesê daxwaza nazmediyê pêkêş bike, divê 35 parlamenter li ser daxwaza wî erê bikin.”
Ji aliyek din ve Berdevkê Dadgeha Destûrî ya Bilind a Sûriyê, Macid Xidir ragehand ku mafê wan namzedên ku daxwazên wan nehatine pejirandin heye ku giliyê xwe li cem wê dadgehê bikin.
Macid Xidir got ku ew kesên bûbûn namzedên serokatiyê û daxwazên wan nehatibûn pesend kirin dikarin di hundirê 3 rojan de, ku ji sibeha, îro, duşemê heta dawiya dewama roja çarşemê pêk tê, giliyê xwe radestî dadgeha destûrî bikin.
Xedir ji alîgirên her 3 namzetên ku berbijarkirina wan hatiye pejirandin xwest ku tu çalakiyên propagandeya hilbijartinan nekin heta ku bi fermî navên namzetan bên ragehandin. Hilbijartinên serokomariya Sûriyê dê roja 3ê’ Hizêranê birêve biçin.
BasNews
