• Saturday, 14 February 2026
logo

ÎHD: 2 hezar zarok di zindanên Tikriyê de hene

ÎHD: 2 hezar zarok di zindanên Tikriyê de hene
Komeleya Mafê Mirovan ya Tirkiyê ÎHDê ragihand ku, niha zêdetirî 2 hezar zarok di zîndanên Tirkiyê ne, jê 50 zarok keçin, û salane 10 hezar zarok dikeve girtîngehan û derdikeve.

ÎHDê diyar kir ku, Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan dibêje, li gor wî kesên ku destdirêjiya cinsî li zarokan bikin pêwîste bên darvekirin, vaye li bajarê Edenê dîsa di zîndanê de destdirêjî li zarokekî bûye, pêwîste hikûmet çareseriyekê bibîne.

ÎHDê dest nîşan kir ku,li dewsa ku hikûmet çareseriyê ji sedemên kêmasiyên wan re bibînê, û li wan guhdar bike, wan davêje zîndanan, û li wêderê jî nikare wan biparêze.

ÎHDê da zanîn ku, çareseriya herî baş ji bo rê girtin li pêş van destdirêjiyên ku li dijî zarokan di zîndanan de çêdibin, girtîngehên zarokan bên girtin û bi awayekî perwerdeyî û civakî kêşeyên wan bên çareser kirin.

Rûdaw
Top