• Saturday, 14 February 2026
logo

Daxuyaniya Rûdawê di derbarê zextên PYD de

Daxuyaniya Rûdawê di derbarê zextên PYD de
Tora Medyayî ya Rûdawê li hember wan guvaşan dilgirane ku li ser rojnamevanên wê li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj tundtir dibin. Li bendê ye jî rêxistinên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan û mafên mirovan êdî li hember wan guvaşan bêdeng nebin.

Herwiha daxwzaz dike desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê li cihê guvaşan, azadiya karkirinê bidine rojnamevanan.

Daxuyaniya Rûdawê di derbarê zextên PYD de

Di nava kêmtirî salekê de piraniya rojnamevanên Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarên Rojavayê Kurdistanê rastî girtin û gefan hatine. Ev yek jî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) hatiye kirin. Destpêka wan guvaş û gefan bi girtina peyamnêrê me Pêşewa Behlewî li Qamişlo destpêkir û ya dawî jî girtina peyamnêrê me Mihemed Beşar li Dirbêsiyê bû. Ev yek di demekê de ye ku Tora Medyayî ya Rûdawê molet û destûra fermî ya karkirinê ji karbidestên navçeyê standiye û pêgirê yasayên ferzkirî yên di bin desthilata PYDê de bû, tevî ku têbînî û notên wê li ser awayê rêkxistina karê rojnamevanan li Rojavayê Kurdistanê hene.

Tora Medyayî ya Rûdawê li bendê ye ku êdî rêxistinên navdewletî bêdeng nebin û li maf û selametiya rojnamevanên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê bipirsin. Herwiha daxwaz ji desthilatdarên PYDê dike mewda û asoya azadiya karkirina rojnamevana li navçeyên di bin kontrola xwe de berfereh bikin, da ku car din rojnamevan li wan navçeyan di bin guvaşan de nejîn û kar nekin.

Tora Medyayî ya Rûdawê

Hewlêr-Başûrê Kurdistanê

3/5/2014

AVESTALURD
Top