Tabloya ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ hat rakirin
Ji bo rakirina tabloya li ser rêya Mûş-Amedê ya li Taxa Tûrgût Ozal bi alîkariya otombîlên agirvemirînê ew tablo hat rakirin.
Hevserokên Şaredariya Pasûrê Metîn Dînar û Sadiye Sûrer Baran daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku “wan li ser daxwazên gelê navçeyê ev tebloya nijadperest anîn xwar”.
Tabloya nijadperest ku dibêje ‘Çi Kêfxweşe kesê dibêje Ez Tirkim’ piştî cûnta leşkerî ya 1980an hatibû daleqandin.
Rûdaw
