• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Çêdibe Sûriye çend sindoqên hilbijartinê li Rojava jî deyne’

‘Çêdibe Sûriye çend sindoqên hilbijartinê li Rojava jî deyne’
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragehand ku çêdibe Sûriye çend sindoqên hilbijartinê li Rojavayê Kurdistanê jî deyne û got: ‘’Eger Esed îtîrafê bi mafên Kurd bike dikare hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê belav bike.’‘

Derbarê rewş û hilbijartinên serokatiya Sûriyê de Salih Muslim ji Ajansa KurdPress a Farisî re axifî û got: ‘’Çêdibe Sûriye çend sindoqên hilbijartinê li hinek bajarên Rojavayê Kurdistanê jî deyne, lê belê Kurd dengê xwe nadin Beşar Esed. Herwiha Esed dikare hêzên xwe li bajarên Rojavayê Kurdistanê belev bike, lê bi mercê ku îtirafê bi mafê Kurd bike.’‘

Muslim da zanîn ku hilbijartinên serokatiya Sûriyê li derdora Firokexaneya Qamişlo û çend navendên Hesekê dê were kirin, lê qala wê yekê nekir ka gelo dê li bajarên Kobanî û Efrînê bibe yan na.

Muslim destnîşan kir ku tu girîngiya hilbijartina serokatiya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê nîne û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Kurd dengê xwe nadin Beşar Esed, ji ber niha Kurd bi wê hilbijartina xweseriya demokratîk (Cizîr, Efrîn û Kobanî) ve mijûl in ku dê hemû pêkhateyên navçeyê wek Kurd, Ereb û Mesîhî beşdar bibin.’‘

BasNews
Top