• Saturday, 14 February 2026
logo

Kampanya dijî Beşar Esed dest pê kir

Kampanya dijî Beşar Esed dest pê kir
Li Sûriyê propagandeya li dijî namzetbûna Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed dest pê kir û Mixalefeta Sûriyê nemzatbûna Esed wek şano û pêkenokekê bi nav dike.

Li dijî namzetbûna Beşar Esed, çalakvanên civaka sivîl û Mixalefeta Sûriyê kampanyayek dan destpêkirin. Di beyannameya wê kampanyayê de wiha tê gotin: ‘‘Kujerê zarokan israr dike ku ew mirovekî demokrasîxwaz e, herwiha wê bibe namzet û rê dide hevrikên din jî bo bibin namzet, di demekê de ku welat rojane bi ji erd û esman ve tê bombekirine û wêran dibe.’‘

Beyannameya çalakvanan wiha berdewam dike: ‘‘Li ber çavên cîhaneke pêşketî û di dest pêka sedsala pîst û yekan û pêşketina teknolojî û medyayê de mirovatî tê bin pê kirin, xwîna zarok, jin, pîr û kalan tê rijandin û hevwelatî derbider û koçberî welatan dibin.’‘

BasNews
Top