New York Timesê bersiva Erdogan da: Amerîka Gulen ji xwe re tehdîd nabîne
Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, ragihand ku bo radestkirin yan jî sînordaşkirina rêberê Cemaeta Gulen, Fethullah Gulenê ku nêzîkî 16 sal in li Amerîkayê dijî, dest bi pêvajoya hiqûqî kirine, rojnameya NYTê ya amerîkî bersiva Erdogan da.
NYTê di nivîsekê de bi sernavê ”Bihêlin bila Erdogan bixwe şerê xwe bike” ragihand ku Erdogan di mijara radestkirina Fethullah Gulen de, têkiliyên Tirkiyê bi Amerîka re her wiha qanûna radestkirinê bi awayekî nebaş bikar tîne.
Li gorî rojnameyê, eger Erdogan bi fermî daxwaza radestkirina Gulen bike wê çaxê Amerîka neçar dimîne vê yekê binirxîne lê belge û agahiyên mukum ên ku nîşan bide Fethullah Gulen ew sûc û tohmetên ku Erdogan arasteyî Gulen dike, tine.
Di nivîsa NYTê de hatiye gotin ku Amerîka, Fethullah Gulen ji xwe re gef û tehdîd nabîne lewma ji ber ku eger rewşek wisa heba heta niha Gulen li Amerîkayê nedima, ji ber wê jî daxwaza radestkirinê karekî “ehmeqane û pêkanok” e.
Erdogan, Fethullah Gulen bi hewla encamdana kûdetaya siyasî li dijî hikûmeta AKPê tohmetbar dike lewma daxwaza darizandina wî li Tirkiyê dike.
Beriya niha jî Serdozgeriya Enqerê ragihandibû, di çarçoveya tohmetên ku li ser Gulen hatine kirin dest bi lêpirsînê li dijî wî kirine.
Rûdaw
