Barzanî û Minnikhanov peywendiyên dualî gotûbêj kirin
Di hevdîtinê de Serokkomarê Tatarîstanê Rustam Minnikhanov got ku ji bo hevdîtina ligel Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê kêfxweş e û geşbîniya xwe bo çêbûna peywendiyên di navbera herdu welatan di warên wek aborî, siyasî û çandî de anî ziman. Minnikhanov bal kişand ser wê yekê ku di navbera Komara Tatarîstan û Herêma Kurdistanê da bingehên hevbeş gelek hene û dikarin bi navê berjewendiya herdu aliyan karê hevbeş bên kirin.
Serokkomarê Tatarîstanê taybetmendiya cografî û demografîk ya welatê xwe ji bo Barzanî rave kir û bal kişand ser şiyan û potansiyela Herêma Kurdistanê ya pêşketina di paşarojê de û got di demeke gelekî kêm de Kurdistanê kariye karên gelekî baş bike û pêngavên mezin biavêje.
Barzanî jî gelekî bi germî bixêrhatina Serokkomarê Tatarîstanê û şanda ligel kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên di warên cuda yên aborî û bazirganî û pîşesaziyê de nîşanda. Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka xebat, têkoşîn, êş û janên gelê Kurdistanê û jenosaîd û wê zilm û sîtema ku ji aliyê hikûmetên Iraqê ve li gelên Kurdistanê hatiye kirin, kir.
Barzanî bal kişandin ser destkeftên xelkê Kurdistanê û got: ‘’Evna yekem care derfetek ji bo gelê Kurdistanê hatiye pêş ku kar ji bo xwe û welatê xwe bike û li gor wan qurbaniyên ku gelê me dane ew destkeft gelekî kêm in. Barzanî di beşekî din ê axaftina xwe de behsa pêvajoya siyasî ya Iraqê û rûxana rejîm û pejirandina destûra Iraqê kir û wiha axifî: ‘‘Di destûrê de Kurdistan ligel Iraqê şirîk e lê belê Bexda pêbendê wê destûrê nebû û binpêkir.’‘
Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encamên wê de jî Serok Barzanî got: ‘‘Eger bê û encamên hilbijartinê nebin sedema dirustbûna guhertinekê di siyaset û helwestên Bexdayê de, qeyrana siyasî û ewlekariyê kûrtir bibe wê demê Kurdistan neçar dibê xwe biparêzê û nebê beşek ji alozî û pirsgirêkên Iraqê.’‘
Herwiha taybetmendiyên dîrokî û kulturî yên Herêma Kurdistanê, warên geştûguzariyê mijareke din a hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tatarîstanê de bû.
Hêjayî gotinê ye doh êvarê Serokkomarê Tatarîstanê dawî li serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hejmarek berpirsên siyasî û îdarî yên Herêma Kurdistanê ve li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat birêkirin.
BasNews
