• Saturday, 14 February 2026
logo

Navbera YNK û Tevgera Goran têk diçe

Navbera YNK û Tevgera Goran têk diçe
Tevgera Goran ku di 25.07.2009’ê de hat damezrandin, kadroyekî wê ragehand ku ew wan kesên êrîşî kadroyên wan kirine û bi rêya dîmenekî vîdeoyî sivikayetî bi wan kirine efû nakin. Herwiha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir kuberpirsyariya rewşa Silêmaniyê kontrol bikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku li Silêmaniyê desthilat, emniyet û polîs di destê wê de ne, îro bi rêya kanalên xwe yên televizyonê dîmenekî vîdeoyî yê 6 kadroyên Tevgera Goran pêşan da ku bi tohmeta hilgirtina çekên neyasayî û bernamedanîn bo karekî neyasayî hatine girtin, lê li gor medya Tevgera Goran, ew kes ji aliyê çekdarên ser bi YNK’ê ve hatine girtin û li cihekî neyasayî ew dîmenê vîdeoyî hatiye girtin, piştre jî li wan dane û bo nexweşxanê hatine şandin. Li gor Goran, ew karê çekdarên YNK’ê ne bi fermana dadgehê bû.

Di vê derbarê de parlamenterê berê yê Tevgera Goran Nerîman Ebdulla ji BasNewsê re got: ‘’Em hemû wan kesan dinasin ku ew kar kirine û emê wan bidin dadgehê.’‘ Ebdulla herwiha daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kir ku vê rewşa niha ya li Silêmaniyê heye kontrol bikin û vê berpirsyariyê bixin stoyê xwe.

Nerîman Ebdulla wiha axifî: ‘’Eger pêwist bike bi xistina tevgerê ya hêzê yan jî her karekî din bo kontrolkirina rewşa heyî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr dikarin biryarê bidin, lê belê ew hêza hikûmî ya ku li Silêmaniyê heye, bi baweriya me eger mebesta wan be dikarin rewşê kontrol bikin, wan kesan bigirin û bidin dadgehê.’‘

BasNews
Top