Dersim: Jin û zarok di nav de 2 gorên komî hatine dîtin
Li gor jêderên fermî di komkujiya 4 gulanê a sala 1937`an de 16 hezar kes li gundê Roşnak bi komî hatibûn kuştin, jêderên ne fermî jî amaje bi wê yekê dikin ku di wê komkujiyê de 70 hezar Kurd hatine kuştinê.
Hejmarek rêxistinên civaka sivîl û Partiya aştî û Demokrasî BDP û kesûkarên qurbaniyên komkujiyê jî serdana gorên komî kirin û li gor zanyariyên wan rêxistinan ewên ku li wan her du goran de hatine dîtin paşmayên termên 200 kesan heye.
Rêxistina mafê mirov IHD jî, pêştir bo kolandina ew gora bi kim serdana dozgerê komarê ya Dersimê kiribûn lê belê jiber ku ev demek dirêj bi ser komkujiyê re derbas bûye ew daxwazî hatiye red kirinê.
Xendan
