Geştyar berê xwe didin çiyayê Helgurd
Hefteya borî grûbeke çiyavanên biyanî gehiştin devera Balekayetî û 9 şev û rojan li ser lutkeya çiyayê Helgurdê man. Rêzanê grubê û endamê Komeleya Hevalbendiya Kurd û Brîtanyayê, Umer Husên ji BasNewsê re got ku gruba vê carê ji çiyavanên Brîtanî, Austuria, Amerîka û Skutlandê pêk dihat.
Li gor daxuyaniya Husên îsal care yekem e ku grubên biyanî ya 14 werzişvanên keç û kur serdana çiyayê Helgurd dikin. Husên ku di heman demê de li Kurdistanê nûnerê şîrketeke Brîtani ye, ragehand ku şîrketa Secret Compos a Brîtanî çendîn sale di ware gera bo cîhên balkêş û dijwar ên cîhanê de kar dike
Çiyavan û nûnerê şîrketa Secret Composê, Dev Lock ji BasNewsê re diyar kir ku befir û hewaya Helgurd bûye sedema balkêşiya çiyavanên biyanî û rêjeyeke zêde ya çiyavanan bi rêya grûba berê navên xwe ji bo hatina Kurdistanê nivîsandine.
Herwiha serokê tima çiyavaniyê, Feel ragehand ku grub ji bo lîstikên cur bi cur anîne da hêza laşê xwe di nav befrê de biceribînin, herwiha bi rêya (Clampotê) bi ser kewiyên befrê û lutkeya çiya bi ser ketine.
Clampot ji çend hesinên sertuj pêk tê ku li binê sola çiyavaniyê ve tê girêdan û li befr û qeşayê diçeqe. Bilindahiya li ser astê behrê ya lutkeya çiyayê Helgurd 3607 metre ye, 180 kîlometreyan ji Hewlêrê dûre û bilindtirîn çiyayê Başûrê Kurdistan û Îraqê tê hesibandin. Tê texmîn kirin bi helkefta ku Hewlêr wek paytexta geştyariyê hatiye diyar kirin hejmareke zêde ya werzişvanên biyanî serdana çiyayê Helgurd bikin.
Par grûbeke 60 kesî ya çiyavanên Rojhilatê Kurdistanê bi ser çiyayê Helgurd ketin û wek kulturekî lê hatiye û hemû kes dixwaze bi ser bilindtirîn çiyayê Kurdistanê û İraqê bikeve.
BasNews
