• Saturday, 14 February 2026
logo

FBI: Hejmara çekdarên Amerîka li Sûriyê zêde bûye

FBI: Hejmara çekdarên Amerîka li Sûriyê zêde bûye
Rêveberê ofîsa lêkolînên federalî li Amerîka (FBI) James Comey ragihand ku di çend mehên borî de hejmara çekdarên biyanî yên ku ji bo şer berê xwe didin Sûriyê zêde bûye.

Comey ji rojnamevanan re got ku bi dehan hemwelatiyên amerîkî û bi hezaran hemwelatiyên ewropî diçine Sûriyê û tevlî grûpên tundrew yên girêdayî rêxistina Qaîde dibin.

Rêveberê FBIyê diyar kir ku ji destpêka vê salê de hejmara amerîkiyên ku çûne Sûriyê yan jî xwestine biçin Sûriyê zêde bûye û hinek amerîkiyê ku niha li Sûriyê ne hewl didin kesên din bînin cem xwe.

Comey rewşa niha a Sûriyê û rewşa salên heştêyî û nodî li Efxanistanê anî hember hev û got ku “her kes li bîra wî ye bê di salên heştêyî û nodî de çawa xelk ji bo şer diçûn Exfanistanê, niha jî ev li Sûriyê çêdibe, lê li wir hejmar gelek xirabtirin”.

Derbarê sedema vê yekê de, Comey diyar kir ku çûna bo Sûriyê ji çûna bo Efxanistanê hêsantir e.

Rûdaw
Top