• Saturday, 14 February 2026
logo

Li navendeke veqetandina dengan li Hewlêrê agir pêket

Li navendeke veqetandina dengan li Hewlêrê agir pêket
Îro sibehê ji ber kontaka elektrîkê agir girte hola Şadî li bajarê Hewlêrê ya ku dengên hilbijartinên bajarê Hewlêrê tê de tên veqetandin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê bûyerê ragihand ku agir ji ber kontaka elektrîkê bû û di encam de bi tenê 10 deqeyan proseya veqetandina dengan rawestiya.

Li gor zaniyariyên peyamnêrê Rûdawê, ti ziyanên agir tine bûn û proseya veqetandina dengan car din destpêkir û rewş jî niha normal bûye.

Ji aliyê xwe ve rêveberê ofîsa komîsyona hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Hendirên Mihemed ji Rûdawê re got “Ti agirek li hola Aştî pêneketiye û rewş normal e û ew nûçeyên ku dibêjin agir pêketiye dûrî rastiyê ne”.

Rûdaw
Top