• Saturday, 14 February 2026
logo

Fazil Mîranî: Em weke PDK li hember qanûnê piştgîriya ti kesekî nakin

Fazil Mîranî: Em weke PDK li hember qanûnê piştgîriya ti kesekî nakin

Sekerterê mekteb siyasiya PDKê dibêje li hember qanûnê piştgîriya ti kesekî nakin.

Piştî kuştina pasewanekî melbenda Komela Îslamiya Kurdistanê ya li Hewlêrê û lêkolînên bilez yên hêzên ewlekarî, rewşa han hate kontrolkirin.

Her di vê derbarê de îro Sekerterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî serdana Emîrê komela îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr kir.

Piştî civînekî Fazil Mîranî di presskonferansekî de eşkere kir ku yek ji wan 3 kesan ku êrîşî malbenda KIK kirine hatiye binçavkirin û alîgirê PDKê ye, PDK bi tundî li dijî ev kiriyara hane û tevahiya hewlên xwe bo dadgehî kirin û ceza kirina tawanbaran bitevger dike.

Mîranî tekez li ser vê yekê jî kir ku PDK li hember qanûnê bi ti awayî piştgîriya wan tawanbaran nake.
Top