• Saturday, 14 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê 1ê gulanê li karkeran pîroz dike

Hikûmeta Kurdistanê 1ê gulanê li karkeran pîroz dike

Bi minasibeta 1ê gulanê û hatina cejina karkeran ku, roja hemû karkerên cîhanê ye, serokatiya civata wezîrên herêma Kurdistanê vê minasibeta pîroz bilnd radigire û pîrozbahiyê li tev karkerên Kurdistanê dike.

Di vê rojê de, hikûmeta herêma Kudistanê, weke wezîfeyeke xwe, tekîd dike ku, li ser karnameya xizmetkirina karkeran û hemû çîn û kategoriyên civaka Kurdistanê ku, bi xebet, tekoşîn û xwehdana xwe xizmeta mirovatî, binyatdanan û avadankirina kurdistanê dikin, berdewam dibe.

Hikûmeta herêma Kurdistanê dê ji bona pêkanîna jîngeheke aram bo karkirinê, peydakirina derfetên karî, misogerkirina hemû mafên karkeran, bilindkirina astê şarezayî û jîrîya wan bi awayekî ku, digel pêşkeftina teknolijiyayê paralel be, kar bike.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di salên borî de, gelek piroje ji bo gêncan û xurtan û derçûyên zanîngeh û enstîtutan û ji bo bêkaran xistine warê piraktîkê, ji bilî vê jî, yek ji karên pêşîneyên hikûmetê hevkarîkirin û pêşxistina sektora taybet a navxweyî ye da ku roleke zêdetir di çalakiyên aborî û sermayerazandinê de bibîne û zêdetir derfetên karî peyda bikin.

Careke din ev roj li karkerên Kurdistan, Îraq û hemû cîhanê pîroz be.

Serokatiya civata wezîran
30.04.2014


Top