Li Efrînê hevalên PDK-Sê bi 10-20 salan girtin hatin cezakirin
Dadgeha bi navê “Dadgeha Gel” ku xwe ser bi rêveberiya kantona Efrînê ya ku ji aliyê PYDê û çend partiyên din ên Kurdî ve hatiye avakirin, hesab dike, duh her yek ji Beyazîd Meimû, Siyamend Birîm û Mihemed Saîd Îso bi tometa “teqandina avahiya Yekîtiya Ragihandina Azad di 4ê îlona 2013an de” bi 10 salan girtin ceza kirin.
Heman dadgehê ku biryar da her yek ji Mihyedîn Şêx Sîdê û Mihemed Hesen ku ew jî endamên PDK-Sê ne û azad in, bi tometa “teqandina avahiya Saziyên Civaka Sivîl di 22yê tebaxa 2013an de” bi 20 sal girtin bên cezakirin.
Herwiha dadgehê cezayê 10 heta 20 salan li ser 8 kesên din ên xelkê Efrînê birrî.
Li hember vê yekê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) di daxuyaniyekê de ew biryarên ku derheqê hevalê wan li Efrînê de derketine şermezar kirin û got ku “di lêkolînan de hevalên wan hatine îşkencekirin û di bin lêdanê de bi zorê îtîraf ji wan hatine standin”.
PDK-Sê di daxuyaniya xwe de cezayên wê dedgehê wek “tolhildaneke siyasî li hember endam û alîgirê xwe” da zanîn û daxwaz kir ku hemû hevalên wan ên di “zindanên PYDê de” yekser bên azadkirin.
Di daxuyaniya xwe de PDK-Sê bang li raya giştî ya kurdî û kurdistanî û niştimanî û hemû saziyên mafên mirovan ên navdewletî kir ku “kar bikin ji bo ew kiryarên bên rawestandin û endamên wan û hemû xebatkarên din ên di zindanên PYDê de bên azadkirin”.
PDK-Sê herwiha got ku “dadgehên PYDê ne rewa ne û biryarên wê berî ku derbikevin aşkere ne û her kes nas dike û ev yek jî bi ti awayekî xizmeta yekrêziya Kurdan nake”.
Rûdaw
