Rêjeya beşdariyê di hilbijartinan de zêde ye
Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Iraqê, Wasiq Haşimî got: “Hilbijartinên vê carê cuda ne, ji ber ku pirsgirêk û hevrikiyên niha yên siyasî di dîroka Iraqê de bê wêne bûn. Terorîst bûne tehdît bo İraqê û naxwazin proseya demokrasiyê pêş bikeve, lê hevwelatî bi germî beşdarî proseya hilbijartinan bûn.”
Ligel destpêkirina proseya dengdanê li bajarokê Dubiz û gundên derdora wê herwiha li parêzgeha Kerkûkê çend bombe teqiyan û du leşkerên İraqê hatin kuştine hejmarek jî birîndar bûn.
Di hilbijartinên vê carê de zêdeyî 20 milyon hemwelatiyên Iraqê wê 328 nûnerên xwe ji nav 9 hezar û 39 namzedên ji bo Parlamentoya Iraqê hilbijêrin ku ji wan 2 hezar û 607 jin in. Li Herêma Kurdistanê jî, 2 milyon û 785 hezar û 223 kes mafên wan ê dengdanê heye bo her du hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê.
Li her 3 parêzgehên Herêma Kurdistanê jî, 713 namzed hene bo bidestxistina 100 kursî di encûmenên parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê de. Li parêzgeha Silêmaniyê milyonek û 125 hezar kes, li parêzgeha Hewlêrê milyonek û 52 hezar û 596 kes û li parêzgeha Duhokê jî 641 hezar û 463 kes mafê wan heye deng bidin.
BasNews
