Rêveberiya giştî ya ewlekariya Tirkiyê ket alarimê
Rêveberiya giştî ya ewlekariyê di nameya ku li medya Tirkiyê de belavbû de, diyar kir ku “heman kesên ku li dijî balyozxaneya Tirkiyê li Somalê roja 27ê tîrmeha 2013an êrîş pêkanîn, niha carek din Tirkiyê tehdîd dikin ku ewê çalakiyên xwe li Tirkiyê pêk bînin”.
Hat ragihandin ku rêxistina el-Şebab a girêdayî Qaîde, hemwelatiyê Keneda ku bi eslê xwe Somalî ye Cemal Mihemed Dîriye destnîşan kiriye ku ewê êrîşan li dijî Tirkiyê bike.
Rêveberiya giştî ya ewlekariya Tirkiyê da zanîn ku “li gor agahiyên îstixbaratî, dibe ku ew rêxistina îslamî ya tundrew, li Tirkiyê çalakiyan li dijî balyozxaneya Amerîka li Enqerê bike yan jî li dijî armancên dewleta Tirkiyê bi xwe êrîşan pêk bîne”.
Rêveberiya giştî ya ewlekariya Tirkiyê ji hemû rêveberiyên ewlekariya Tirkiyê xwest ku hemû tedbîrên pêwîst bigrin bi taybetî jî li ser deriyên sînor û balafirgehan.
Rûdaw
