• Saturday, 14 February 2026
logo

4 endamên PDK-Sê li ser sînorê Rojava hatin girtin

Gulan Media April 29, 2014 Nûçe
4 endamên PDK-Sê li ser sînorê Rojava hatin girtin
4 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji aliyê hêzên asayişê yên ku wek hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojava tên naskirin, hatin girtin.

Çavkaniyekê ji nav serkirdatiya PDK-Sê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “îro nîvro 4 endamên wan ku ji Başûr vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê ji aliyê asayişa PYDê ve hatin girtin”.

Çavkaniyê diyar kir ku serkirdatiya partiya wan niha hewl dide hevalên wan bên berdan, ji ber vê yekê jî nexwest navê wî bê aşkerekirin.

Çavkaniyê got ku 3 ji wan kesên hatine girtin keç in.

Piştî ku PDK-Sê kongreya xwe ya damezirandinê di 3,4 û 5ê nîsanê de li Hewlêrê li dar xist û endamên kongreyê vegeriyan Rojavayê Kurdistanê, hejmark ji wan ji aliyê hêzên asayişa PYDê ve hatin girtin û pişt re hatin berdan.

PDK-Sê di daxuyaniyên xwe de aşkere kir ku “asayişa PYDê nêzîkî 15 hevalên wan bi zorê ji Rojava vegerandin Başûrê Kurdistanê”.

ٌRûdaw
Top