Li Hewlêrê 3 Ereb hatin kuştin
Derbarê bûyerê de Berpirsê Ragehandina Polîsên Hewlêrê Karwan Ebdulkerîm agahî dan BasNewsê û got: ‘’Îro saet 4’ê piştî nîvro em hatin agahdarkirin ku bûyerek li taxa Birayetî çêbûye, çend çekdar çûbûn ser maleke Ereb û 3 kes ji malbatê kuştine û yek jî birîndar kirine.’‘
Ebdulkerîm da zanîn ku heta niha kesek li ser bûyerê nehatiye girtin, hêzên polîsan dest bi lêkolînan kirine û dema lêkolîn qediyan dê raya giştî agahdar bikin.
BasNews
