Xwepêşandanek bo pêşwazîkirina namzetbûna Esed li Qamişlo hat kirin.
Xwepêşandan bi amadebûn û serpereştiya hêzên ewlekariya rêjîmê yên ser komîteyên parastina niştîmanî yên Mihemed Faris û şêxekî Eşîra Teyî li bajêr û çendîn alîgirên rêjîma Beşar Esed hat lidarxsitin.
Di xwepêşandanê de alayên Sûriyê hatin bilindkirin û xwepêşanderan bi sloganan dilsoziya xwe ya bo Beşar Esed anîn ziman. Herwiha ala Sûriyê li ser peykerê Hafiz Esedê bavê Beşar hat bilindkirin û xwepêşander bi otomobîlan li nav kolan û cadeyên Qamişlo geriyan.
Hêjayê gotinê ye demek e xwepêşandanên alîgirên rêjîma Sûriyê li Qamişlo zêde bûne, ku qaşo bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Esed hatibû azadkirin wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di gotarên xwe yên siyasî de behs dike.
Serokê Parlamentoya Sûriyê Mihemed Cîhad gotibû ku Beşar Esed daxwaza xwe ya nemzatiyê ji bo hilbijartinên serokomariya Sûriyê ku biryare di 3’ê Hezîranê de birêve biçe, pêşkêşî Dadgeha Destûrî ya Bilind kiriye. Beşar Esed piştî mirina bavê xwe Hafiz Esed di sala 2000’î hat ser desthilatê û bo cara duyem di 2007’ê de dîsan wek serokê Sûriyê hat hilbijartin heta niha.
BasNews
