PYD nahêle 400 malbatên Kurd derbasî Herêma Kurdistanê bibin
Di vê derbarê de rojnemevan Hisên Cemo da zanîn ku wî ji koçberan xwestiye da daxwazê ji PYD’ê bikin wan vegerînin gûnd û bajarên wan bi mercê ku Yekineyên Parstina Gel (YPG) wan biparêzin. Cemo got: ‘‘Evna merecekî zehmet e lê hêvîdar im PYD rewşa wan koçberan li ber çav bigire, rê ji wan re veke ji bo derbasî Herêma Kurdistanê bibin.’‘
Wek tê zanîn ew malbatên Kurd ji ber şer û pevçûnên parêzgeha Helebê û derdorên wê reviyane, lê asayîşa PYD’ê nahêle derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji ber ji aliyê xwe ve deriyê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê girtiye.
BasNews
