• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyama Barzanî derbarê hilbijartinan de

Gulan Media April 27, 2014 Nûçe
Peyama Barzanî derbarê hilbijartinan de
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û yên li derveyî rêveberiya herêmê xwest ku bi awayekî aktîv tevlî hilbijartinan bibin.

Barzanî di peyama xwe de got “spas ji xweda û ji we re ku carek din derfet hatiye pêş ku xelkê me di rêya sindoqên dengdanê re biryar li ser jiyana xwe ya siyasî û rêveberiya xwe bidin”.

Barzanî diyar kir ku beşdarîkirina di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de girîngiyeke xwe ya taybet û dîrokî heye û dê senga siyasî ya Kurdan li Iraqê bihêztir bike.

Barzanî daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku “bi coşeke mezin tevlî hilbijatinên parlamentoyê bibin ji bo bergirîkirin li mafên gelê Kurd û rûbirûbûna neyarên gelê Kurd di proseya siyasî ya Iraqê de”.

Derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê de jî, Barzanî got “Bandora van hilbijartinan a rasterast li ser baştirbûna rêvebirina bajar û bajarokan û xizmetguzariyên ji bo hemwelatiyan û qayimkirina kultûra demokrasiyê di nav civakê de heye”.

Barzanî herwiha daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî berfereh tevlî van hulbijartinan bibin û deng bidin wan kesan ku dikarin bi awayekî herî baş xizmeta welat bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji aliyên peywendîdar, dezgehên asayişê, komisyona hilbijartinan û hemwelatiyan kir ku hewl bidin hilbijartinên 30ê nîsanê bi baştirî awa bên kirin û wêneya şaristanî û serdemî ya Kurdistanê nîşanî cîhanê bidin.

Rûdaw
Top