• Saturday, 14 February 2026
logo

YPG peymanek bi hêzên îslamîst re îmzakir

Gulan Media April 26, 2014 Nûçe
YPG peymanek bi hêzên îslamîst re îmzakir
Peyamaneke demikî, ji 7 xalan, navbera hêzên îslamîst û Yekîneyên Parastina gel, YPG, de hat îmzakirin.

Li gorî peymanê, divê zindanên herdu aliyan werin sipîkirin. Sipîkirin tê wateya herdu alî girtiyên hev serbest berdin. Wekî din jî, wê destûra her hêlê hebe derbasî herêmên di bin kontrola hêla din bibe. Lê belê divê berî derbas bibe hêla din agahdar bike.

Peyman destnîşan dike ku divê rewşa mirovên dikevin herêmên di bin destê YPG’ê de baştir bibe û alîkariya wan were kirin.

Xala herî balkêş ew e ku herdu alî dipejirînin ku dorpêçkirina Bajarokên Nibil û Zehra were şidadin û derketin û ketina van bajaran were qedexekirin.

Ev herdu bajar bi Helebê ve girêdayî ne, piraniya xwe Elewî ne û di bin bandora rêjîma Essed de ne. Her wekî din jî, herdu bajar ta niha neketine destên hêzên opozisyonê de ji ber ku hêzên YPG alîkariya rêjîmê dikirin ku bikaribe rehet bikeve wan bajaran û derkeve.

Di xala dawiyê ya peymanê de tê diyarkirin ku ew peymaneke demkî ye û ji bo 6 mehan wê were bikaranîn.

Skynews
Top