• Saturday, 14 February 2026
logo

Hêzên Operasyonên Dîcle derbasî Kerkûkê bûn

Gulan Media April 26, 2014 Nûçe
Hêzên Operasyonên Dîcle derbasî Kerkûkê bûn
Beşek ji hêzên Firqeya 12 ya Artêşa Iraqê ku ser bi Operasyonên Dîcle ne, li bajarê Kuerkûkê bi cîh bûne û niha bi erkê parastina bingehên dengdanê radibin.

Hatina wan hêzan jî piştî wê yek hat ku Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm di hefteya borî de ligel fermanderên Operasyonên Dîcle civiya û razîbûna xwe li ser hatina wan hêzan bo nav Kerkûkê pêşan da.

Hêzên Operasyonên Dîcle jî niha de li Kerkûkê bingehên dengdanê diparêzin û li wî bajarî bi cîh bûne. Li gor malpera Kerkûk Now, heta niha çendîn bingehên dengdanê li Kerkûkê radestî wan hêzan hatine kirin.

Di vê derbarê de berpirsê Liqa 3 ya PDK’ê Necat Hesen ji BasNewsê re got: “Mixabin tu agehdariya me ji vê nûçeyê nine.”

Heta niha nediyare ku piştî hilbijartinan dê ew hêz li Kerkûk û dedora wê bimînin yan na, lê berî niha Ereb û Turkmenên Kerkûkê ragehandibûn ku polîsên Kerkûkê dikarin bingehên dengdanê kontrol bikin. BasNewsê xwest nêrîna asayişa Kerkûkê li ser vê pirsê bizane, lê têkilî bi wan re nehat pêkanîn.

BasNews
Top