• Saturday, 14 February 2026
logo

Îranê heşt girtiyên din îdam kirin

Gulan Media April 26, 2014 Nûçe
Îranê heşt girtiyên din îdam kirin
Hat ragehandin ku di hefteya borî de 8 girtî bi tawana kuştin û madeyên hoşber di girtîgeha Dîzêl Abad a Kirmanşanê de hatine darve kirin.

Li gor Navenda Nûçeyan a Çalakvanên Mafê Mirovan a Îranê, navê du kesan ji wan girtiyan, Ferzad Salehiyan kurê Mûsa û Welîxan Nezerî kurê Berar Ezîz e, ku her du jî xelkê bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ne.

Li gor agahiyan bi tawana kuştinê hukmê darvekirinê ji bo Welîxan Nezerî hatibû birîn û 19 sal bû di girtîgeha Dîzêl Abadê de dihat ragirtin.

Hêjayî gotinê ye ligel wan 8 girtiyên ku hatine darve kirin 4 girtiyên din jî ji bo darvekirinê biribûn lê bi daxwaza malbata kesên kuştî ji aliyê girtiyan ve, careke din bo hucreyên xwe hatine veguhestin.

BasNews
Top