• Saturday, 14 February 2026
logo

Tirkiyeyê partiyeka siyasî bi navê "Kurdistanê" qebûl kir

Gulan Media April 23, 2014 Nûçe
Tirkiyeyê partiyeka siyasî bi navê
Serokê giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Tirkiye, Mehmet Emin Kardaş îro bi daxuyaniyeka nivîskî aşkera kir ko Wezareta daxilî ya Tirkiyeyê bi awayekê resmî avakirina partiya wan bi navê "Kurdistanê" qebûl kiriye.

Mehmet Emin Kardaş di daxuyaniya xwe de got wan sêyê meha yekê sala 2014-ê daxwaznameya xwe ya avakirina PDK-T da Wezareta daxilî û sê meh û bîst rojan piştî hingê yanî îro ji Wezareta daxilî hinek berpirsan ew agahdar kirine ko avakirina partiya wan hatiye qebûl kirin û got:

— Em ji Xwedê hêvî dikin ko ev bûyera civakî ya xêrê li hemî kurdan û insaniyetê pîroz be.

Berê li Tirkiyeyê avakirina partiyekê bi navê "Kurdistanê" qedexe bû. Li gor qanûna partiyên siyasî ya niho jî avakirina partiyekê bi navê "Kurdistanê" di eslê xwe de zehmet e lê belê wisa xuya dike ko hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze bi çovê qanûnê miameleyê digel partiyên kurdan bike û lewra avakirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Tirkiye qebûl kir.

Nefel
Top