• Saturday, 14 February 2026
logo

Dengê Kurmanc ji bo Kurmancan

Gulan Media April 23, 2014 Nûçe
Dengê Kurmanc ji bo Kurmancan
Radyoyeke Kurdî bi navê Dengê Kurmanc ji bo Kurdên Xorasanê dest bi weşana xwe kir.

Di merasîma vekirina wê radyoyê de hejmarek berpirs û serokê Komîsyona Civakî ya Parlamentoya Îranê li Xorasana bakur Ebdulriza Ezîzî amade bûn.

Ebdûlriza Ezizi derbara radyoyê de got: ’’Bernameyên radyoyê ji bo parastina çand û kultura Kurmancên Xorasanê ye’’.

Weşana radyoya Dengê Kurmanc bi zimanê Kurdî ye û rojane demjimêrekê bername dê bên pêşkêş kirin. Weşana radyoyê li navenda deng û reng a Etrek a Xorasanê bernameyên xwe dê pêşkêş bike.

BasNews
Top