Mîtînga PDKê li Hewlêrê bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî birêveçû
Kombûna cemawerîya PDKê ya îro li hember parka Şaneder a Hewlêrê hate lidarxistin, têde xêncî beşdarbûna kandîdên PDKê ji bo parlemana Iraqê û civata parêzgeha Hewlêrê, çend berpirsên pile bilindên PDKê û cîgirê serokê giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî jî amade bûn.
Nêçîrvan Barzanî di mîtînga hilbijartina partîya xwe de peyvek pêşkêş kir.
Li gor dîmenan û li gor ragihandina televiziyonên nêzîkî PDKê bi dehan hezar kes îro beşdarî di mîtînga PDKê de kirine.
