Civîna şanda danûstandinan a PDK û YNKê destpêkir
Şanda PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ye û ji Roj Nûrî Şawês, Mehmûd Mihemed û Azad Berewarî pêk tê.
Şanda YNKê bi serokatiya Berhem Salih e û ji Hakim Qadir, Îmad Ehmed û Ednan Muftî pêk tê.
Berî destpêkirina civînê, her du endamên polîtbîroya YNKê Ednan Muftî û Îmad Ehmed ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandin ku YNKê dest ji daxwazên xwe ji bo avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bernade û îro wê axaftina wan ligel PDKê hebe.
YNKê bi para xwe di hikûmeta nû de neraziye û dixwaze yan wezareta pêşmerge yan jî wezareta navxwe werbigire
Rûdaw
