• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurdên Êzdî Cejna Çarşemba Sor pîroz kirin

Gulan Media April 16, 2014 Nûçe
Kurdên Êzdî Cejna Çarşemba Sor pîroz kirin
Kurdên Êzdî li gor salnameya hicrî, çarçemba ewil a nîsanê wek sersalê qebûl dikin û îro bi merasîm û şahiyên cuda cejna 'Çarşemba Sor' li Laliş pîroz kirin. Kurdên Êzdî ji bo pîrozbahiyan hatin Lalişê ku ji bo wan pîroz e ya derdora wê bi çiyayan xemilandî ya li navçeya Şêxan a Duhokê û ji vir ber bi mabeda dê lê merasimê bikin ve çûn.

Pişt re deriyê Pira Enzelê ya ku Êzdî bawer dikin ku mirovan ji gunehan pak dike maç dikin û sê caran derdorê digerin û dua dikin. Pişt re bi piyên pêxwas dikevin hundirê mabeda di nav çiyan de ya ku ji bo wan pîroz e. Êzdî destê Şêx maç dikin, jê dixwazin ku ji bo wan dua bike û pişt re derbasî cihê ku lê 365 cihan agirê ku nîşaneya salekê ye, tê pêxistin dibin.

Kurdên Êzdî dema agir pêdixin beytan dixwînin û duayan dikin, pişt re goştê qurbanên ku serjê dikin li hev du belav dikin. Êzdî bi şev li mabeda pîroz dua dikin û serê sibehê zû şiyar dibin. Pişter diçin er gorên miriyên xwe dua dikin û ji bo xêra wan şîvê çêdikin û belav dikin.

Di vê derbarê de Endamê Meclisa Ruhanî ya Êzdiyan Şêx Deştî got ku li gor salnameya hicrî çarçema ewil a nîsanê wek sersalê qebûl dikin û ev roj ji bo wan rojeke pîroz e. Deştî ji AA’yê re wiha axifî: ‘‘Şeva sêşemê ya bi çarşemê ve girê dide li Laliş çalakiyên me dest pê dikin û roja din mirov vedigerin malên xwe, diçin ser goran.

Deştî da zanîn ku dema li gor dab û nerîtên xwe tevdigerin pir bextewar dibin û wiha pêde çû: 'Li gor baweriya me îro dinya hatiye avakirin. Îro mirovên ku ji hev du xeyîdî bin li hev du tên, hêk tên kelandin û bi rengên cuda tên xemilandin û ji bo bereket û tenduristiyê dikin nav gelek tiştan.'

Deştî got ku bi minasebeta cejnê ji welatên cuda mirov tên Laliş û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: 'Em ligel Êzdiyên ku ji Rûsya, Ewropa û ji bajarên cuda yên Iraqê tên cejna xwe pîroz dikin. Cejn wekî Çarşema Sor tê zanîn û cejneke kevnare ye. Hemû kesên ku têne li vir agir pêdixin û dua dikin.'

Şêx Deştî got ku agirê ewil Baba Şêx pêdixe û axaftina xwe wiha qedand: 'Ronî ji bo me Êzdiyan pîroz e. Dema ku em îbadetê dikin berê xwe didin rojê. Agirê ku bi pembû û rûnê zeytê tê pêxistin tê wateya aştî û biratiyê. Di merasimê de mêr beytan dibêjin û jin jî dilîliyênin. Kesên tên Laliş ku wekî mala Şêx Adî tê zanîn rîtuelên taybet ên ji bo rojê dikin.'

Hêjayê gotinê ye Kurdên Êzdî herî zêde li parêzgeha Mûsil û Duhokê dijîn. Tê gotin ku hejmara Êzdiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê 500 hezar e. Di demên dawî de ji ber êrîş û şer hinek malbatên Êzdiyan koçî welatên Ewropayê kirin.

Li Ermenistan û Gurcistanê jî gelek Ezdî hene, lê belê piştî hilweşîna rejima Sowyetê gelek Êzdiyan di serî de Almanya koçî welatên Ewropayê yên cuda kirin.

BasNews
Top