• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan: Emê saziya dadweriyê ji çeteyan paqij bikin

Gulan Media April 16, 2014 Nûçe
Erdogan: Emê saziya dadweriyê ji çeteyan paqij bikin
Piştî ku dadgeha destûra bingehîn a Tirkiyê (AYM) qanûna derbarê peyrew saziya dadwerî û dozgeriyê (HSYK) serast kir û dîsa piştî ku qedexekirina Twitterê rawestand û serdozgeriya bajarê Edenê ew rêveber û karmendên ewlekariyê ku operasyon li dijî rêxistina MÎTa Tirkiyê çêkiribûn û hatibûn girtin, hatin berdan, zimanê serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan êdî ji amajeyan zêdetir, aşkere tehdîd û gef xwarinê dike.

Erdogan di civîna partiya xwe (AKP) ya heftane li Parlamentoya Tirkiyê de got “Dozgeriyeke welatperwer lêpirsînek bi kesên ku operasyon li dijî tîma MÎTa Tirkiyê kiribûn, kir û şeş kes girtin, careke din ew çeteyên di nav saziyên ewlekariyê de ew berdan”.

Erdogan êrîşên tund li ser HSYkê di dewletê de kir û got “Di nav wê saziyê de ji 35 salan de çete û rêxistina dewleta parelel xwe bi cih kiriye”, wek amajeyekê bi cemaata Fehullah Gulen.

Erdogan herwiha got ku çawa wî ew endamên cemaatê, ku bi çeteyan bi nav kir, di nav karîdorên dewletê de derxistin û qewitandin, wê wiha jî wan ji karîdorên HSYKê jî biqewtîne û tekez ewê wê “toreya sîxoran paqij bikin”.

Li aliyekî din dadwerê dadgeha Edene Hacî Huseyn ku biryara berdana wan girtiyan da, ji çapemeniyê re ragihand ku “ew nikare her tim bersiva her mijarê bide, lê ew li gor qanûnên dewletê û desthilatdariya dadgehan tev digerin, eger wan şaşiyek kiriye wê demê dewlet jî dikare wan di rêya heman qanûn û rêyên hiqûqî re darezîne”.

Serokê dadgeha destûra bingehîn a Tirkiyê Haşim Kiliç ji raya giştî re derbarê êrîşên Erdogan de got “Me ew biryarên li ser qanûna HSYKê û qedexekirina Twitterê bi piraniya dengên 11 dadweran standiye û li gor desthilata ku destûra bingehîna Tirkiyê daye me û peymanên bi Yekîtiya Ewropa û standardên mafên mirovan re biryar dane, lê helbet ew biryar wê ne li gor kêfa herkesî be, ev jî di hemû biryarên dadgehan de derdikeve”.

Rûdaw
Top