• Saturday, 14 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêk di rêya sindoqan re tên çareserkirin

Gulan Media April 16, 2014 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêk di rêya sindoqan re tên çareserkirin
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî bang li her kesekî ku mafê wî yê dengdanê heye kir ku di roja hilbijartinê de dengê xwe bi kar bîne.

Cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Hewlêrê tevlî hilmetên propagendayên hilbijartinê yên PDKê bû û tê de gotareke kurt pêşkêş kir. Di vê hilmetê de zêdetirî 100 şitlên daran li taxeke hejaran li Hewlêrê ku ti park û baxek tê de nîne, ji aliyê namzedên PDKê ve hatin çandin.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de ragihand ku hemû pirsgirêk di rêya sindoqên dengdanê re tên çareseririn, lewra daxwaz ji xelkê Herêma Kudistanê kir ku di roja denganê de biçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê hilbijartinê bi kar bînin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha bang li xelkê paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê kir ku di roja dengdanê de ew yek ji bîra wan neçe bê Hewlêr berî çend salan di çi rewşekê de bû û niha di çi rewşekê de ye.

Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya dengdanê jî tekîd kir û got ku pêwîste hemû kesek dengê xwe bi kar bîne.

Cîgirê serokê PDKê herwiha got “Deng bidin PDKê ji ber ku PDKê heta niha gelek zehmetî kişandiye”.

Rûdaw
Top