Nêçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan dicivin
Di vê derbarê de Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî ji malpera fermî ya hikûmeta Kurdistanê re got: ‘’Sibe (16.04.2014) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Enqereyê dike û dicivin.’‘
Derheqa mijara civînê de jî, Ergoşî wiha axifî: ‘’Her du serokwezîr mijarên wek pêşxistina peywendiyên aborî, bazirganî, vekirina deriyên sînor ên nû û hevkariya hevbeş a warê enerjiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gotûbêj dikin. Di heman demê de li ser rewş û pêşhatên niha yên li navçeyê bi giştî jî diaxifin.’‘
BasNews
