• Saturday, 14 February 2026
logo

Alîgirên Esed dîsan li Qamişloyê xwepêşandan kirin

Gulan Media April 15, 2014 Nûçe
Alîgirên Esed dîsan li Qamişloyê xwepêşandan kirin
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya parêzgarê Hesekê, Ehmed Zehal El-Elî, alîgirên Partiya Baasê xwepêşndanek lidar xistin.

Îro, (15.04.2014) alîgirên Partiya Baasê bi alên rejîma Sûriyê û Partiya Baasê û bilindkirinasologanên “Bi can bi xwîn em bi tere ne Esed, Esed hêviye û her bijî Partiya Baas” li bajarê Qamişlo xwepêşandan kirin.

Partiya Baasê roja 7’ê nîsana sala 1947’an hat damezrandin û roja 8’ê Adara sala 1963’an bi rêya darbeyeke leşkerî dest danî ser Sûriyê û ji wê demê ve desthilata Sûriyê di dest de ye.

Di destpêka xwepêşandanê de sirûda niştimanî ya Sûriyê “Humat El-Diyar” û ya Partiya Baasê “Ya Şebab El-Uribî Heya” hatin pêşkêşkirin. Xwendekaran çend stran û helbest pêşkêş kirin, herwiha çend mamosta hatin xelatkirin.

Hêjayê gotinê ye ku di çarçoveya mehekê de evna 4’emîn care ku alîgirên Partiya Baasê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derdikevin û xwepêşandanan dikin bo piştgiriya xwe bo Partiya Baasê û serokê wê Beşar Esed. Xwepêşandan di bin çavdêrî û parastina hêzên ewlekariyê yên rejîmê û çekdarên Mihemed El-Faris de tên kirin ku alîgirê rejîmê ye.

BasNews
Top