Barzanî: Iraq di warê siyasî de xitimiye
Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Barzanî îro li bajarokê Selahedînê yê Hewlêrê bi siyasetmedarê iraqî Eyad Ellawî û şanda pê re rûnişt.
Li gorî nûçeyê, di civînê de rewşa siyasî ya deverê her wihia rewşa ewlehî û siyasî ya Iraqê bi taybet parêzgeha Enbarê hat gotûbêjkirin.
Mijareke din a rojava civîna Barzanî û Ellawî, nakokî û arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bû. Her du lîderan anîn ziman ku Iraq di warê siyasî de gihîştiye xitimandinê û divê guhertinên bingehîn bên kirin.
Hat gotin, şanda iraqî ji Barzanî xwest, rola xwe di sererastkirin û guhertina proseya siyasî ya Iraqê de bilîze.
Rûdaw
