Emerîka: Esed meqnetîza terorê ye
Idgar Faskîz bi daxuyaniyekê ji rojnameya Beyan a Îmaretî re ragihand: Tawanên Beşar çekdarên biyanî dikşîne. Her weha teqez kir ku çareseriya li Sûriyê bi eskerî nabe û bang li Rûsiyayê kir ku fişarekê zêde ne bo xizmeta Emerîka belku bo berjewendiyên bixe ser rêjîma Esed.
Faskîz berdewam kir û got: Em li ser dîtina çareseriyeke siyasî ku şer li Sûriyê bi dawî bike kar dikin, çi dibe bila bibe divê em bighên wê qonaxê ku em xwîna li Sûriyê dirêje rawestînin, em vê yekê îro berî sibe dixwazin. Lê rastî jî ewe ku çareseriya dîplomasî tenê dikare şer bi dawî bike.
Berdevkê wezareta derve yê Emerîkayê cext li wê yekê jî kir ku di berjewendiya Rûsyayê ye ku kar bo bidawîkirina şerê li Sûriyê bike, berya demeke dirêje me gotibû ku Esed meqnetîza terorê ye.
Her weha li dawiya daxuyaniya xwe de Faskînz diyar kir ku divê Mosko bi beyannameya Cinêvê pabend be û piştgîriya wê bike û fişarê bixe ser rêjîma Sûriyê ku bi cidî xwe tevlî pirsa hikûmeta veguhastî bike.
Xendan
