• Saturday, 14 February 2026
logo

Dogu Perinçek: "Serokê MIT çi bêje Ocalan pêk tîne"

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
Dogu Perinçek:
Serokê Partiya Karkeran Dogu Perinçek, beşdarî programeke televîzyona tirkî CNN Turk bû û got: Şexsiyetek bi navê Abdullah Ocalan tune ye, Serokê MIT Hakan Fidan heye, li pişta wî serokê Istîxbarata Tirkî Hakan Fidan heye, hemû gotinên ku Ocalan dibêje, bi emrê Hakan Fidan têne gotin.

Dogu Perinçekdemekê dostê nêzîk yê serokê PKK Abdullah Ocalan bû, li Şamê û Libnanê serdana wî kiribû û çûbû li Kampa Mahsûm Korkmaz ders dabûn gerîlayên PKK,

Dogu Perinçek ku di doza Ergenekonê de hatibû girtin û niha li dijî çareserkirina pirsa Kurd derdikeve got bila êdî PKK nemîne.

Perinçek, got Ocalan di nava destê MITê de ye û MIT çi bêje ew pêk tîne.

Serokê Partiya Karkeran her wiha got, diyaloga bi PKK re tiştekî çareser nake û tiştek tune ye bi navê pêvajoya çareseriyê.

AvestaKurd
Top