Şirketa Microsoft ofîsa xwe li Hewlêrê vekir
Di civîna çapemeniyê de tîma pispor a Microsoftê behsa dahênên herî dawî yên teknolojyayê bo şirîk û kiryaran kir. Cara yekê ye Microsoftê xizmetguzariye nû bi navê ‘‘Cloud’‘ berhem aniye. Ev xizmetkariya han a bernameyên Microsoft (ofîs, sharepoint, exchange online û link online) bi hevre bi awayê online berdewam update dike, evna jî li beramber têçûneke mehane.
Di vê derbarê de Seroka Tîma Herêmî ya Şirketa Microsoft Huda Yunan ji BasNewsê re got: ‘’Bi rêya Ofîsa 365 hemû kesek dikare sûdmend bibe, wate ji kesekî normal heta mezintirîn şirket dikarin ji vê xizmetguzariyê fêdê bibînin.’‘
Herwiha hat ragehandin ku bi rêua vê çalakiya Microsoftê derfet hat çêkirin da beşdarvan bi van cîhazên nû ku bi sîstema Windows 8.1 kar dikin ligel wergirtina şarezayî ligel fisher’eke nû bo update’kirina sîstema windowsê bikar bînin.
BasNews
