• Saturday, 14 February 2026
logo

Endamekî serkirdayetiya YNK’ê îstîfa kir

Gulan Media April 14, 2014 Nûçe
Endamekî serkirdayetiya YNK’ê îstîfa kir
Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Malbenda Mûsilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arif Rûşdî ji postê xwe yê nav YNK’ê û endamtiya wê hizbê jî îstîfa kir.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji BasNewsê re got: ‘’Piştî ku îro otomobîl û hemû tiştên ji bo postê xwe wergirtibûn û li YNK’ê vegerandin, gote gotek heye ku Arif Rûşdî biçe nav Partiya Demokrata Kurdistan PDK’ê.’‘

Lê heta niha ev îdîaya han ne ji aliyê Rûşdî û ne jî PDK’ê ve nehatiye piştrastkirin. Hêjayê gotinê ye Arif Rûşdî take endamê serkirdayetiya YNK’ê bû ku xelkê Behdînanê ye.

BasNews
Top