• Saturday, 14 February 2026
logo

Seyda: Herêma Kurdistanê rûbirûyê zexta derve dibe

Gulan Media April 13, 2014 Nûçe
Seyda: Herêma Kurdistanê rûbirûyê zexta derve dibe
Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê, Ebdulbasit Seyda li ser rûpela xwe ya facebookê dibêje: ’’Herêma Kurdistanê ji ber helwêsta xwe ya li hember rejîma Esed rastî zexteke herêmî û navnetewî bûye.’’

Ebdulbasit Seyda wiha nivîsiye: ’’Guhertinên dramatîk li Rojhilata Navîn çêdibin û gelek welatan jî li xwe digire, Herêma Kurdistanê jî di navenda wan aloziyan de ye.’’

Seyda di beşeke nivîs axwe de dibêje: ’’Kurdên Sûriyê li jêr destê rejîma Esed rastî siyaseta dagîrkirina xak û standina nasname û bizor Erebkirin û nedana kar bo ciwanên Kurd li kolêjên polîs û nûneratiya Sûriyê li nav xwe û derveyî Sûriyê bûne.’‘

Seyda wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘‘Ji ber helwêsta Mesûd Barzanî li hember rejîma Esed û piştîvaniya gelên Sûriyê ji bo bi dest xistina mafên xwe, Herêma Kurdistanê di paşerojeke nêzîk de dê rastî tevlîhevî û têkdanê were.’‘

Seyda di dawiya nivîsa xwe de balê dikşîne ser wê rastiyê ku têkdana Herêma Kurdistanê ji aliyê wan welatan ve bi rêve diçe ku mana wan bi mana rejîma Beşar Esed ve girêdayî ye.

BasNews
Top