Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl hevdîtin pêk anîn
Li gorî hinek malperên Başûrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl duh (12.04.2014) li bajarê Hewlêrê bi hev re rûniştine.
Li gorî agahiyên çavkaniyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Kosret Resûl fikarên YNKê ji Nêçîrvan Barzanî re li ser pêkanîna hikûmetê ragihandiye lê di heman demê de tekez li ser wê kiriye ku baweriya wan bi hevpeymaniya bi PDKê re heye.
Nêçîrvan Barzanî jî ji Kosret Resûl re ragihandiye ku PDK bi hevpeymanî û rêkeftina digel YNKê ve girêdayî ye lê divê helwestên berpirsên YNKê li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê mîna hev be, her wiha YNK dikare fikarên xwe yên derheqê pêkanîna hikûmetê de yekser ji PDKê re bêje.
Hat zanîn, Nêçîrvan Barzanî ji Kosret Resûl re gotiye, PDK di wê baweriyê de ye ku divê pişka Tevgera Gorran û aliyên din li gorî asta dengên wan di hilbijartinan de bê dayîn û ji pişka wan tiştekî negihîje YNKê û ti aliyekî din lê PDK amade bûye ji pişka YNKê zêdetir bide YNKê wisa j kiriye.
Rudaw
