• Saturday, 14 February 2026
logo

PDK: PYD nahêle doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêş keve

Gulan Media April 13, 2014 Nûçe
PDK: PYD nahêle doza Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêş keve

Çavkaniyeke partiya demokrata Kurdistanê bersifa îdîayên PYDê dide.

Piştî belav kirina çend nûçe û raporan derbarê kolandina kanalekî ji aliyê hêzê Pasewan yên sînor yên hikûmetê ve ji aliyê kanalên mîdiyayî yên nêzî PYDê û tawanbar kirina partiya demokrata Kurdistanê, îro çavkaniyek ji partiya demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekî de gotin û îdîayên PYDê red kir.

Ev çavkaniya han di destpêka daxuyaniyê de eşkere kiriye ku ew çend roje PYD û ragehandinên ser bi PYDê hewleke berfire li dijî PDKê destpê kirine û behsa vê yekê dikin ku qaşo PDKê kanalê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dikole, em weke partiya demokrata Kurdistanê raya giştî ya Kurdistanê agehdar dikin ku ti elaqeyeke PDKê bi kalana han re tuneye û PDK ji wan tedbîrên ewlekarî yên ku li ser sînoran tên stendin ne agehdare jiber ku ev kanal û tedbîrên han ji aliyê hikûmeta Kurdistan û dezgehên ewlekarî ve hatine stendin.

Ev hikûmet, hêzên leşkerî û dezgehên ewlekarî yên hikûmetê ne ku biryar didin çawe sînorên Kurdistanê ji gefên teror û Terorîstan diparêzin, asayîş û ewlekariya welatiyên Kurdistanê xeta sûr ya hikûmetê ye û hikûkmeta Kurdistanê jî neçare welatiyên Kurd ji wan gefan biparêze.

PYD û siyasetên wê ku bûne kêşe bo Rojavayê Kurdistanê bi ferman û li ser daxwaza neyarên Kuridstanê her roj bi awayek îdîayên bêyî bingeh û dûr ji rastî der dixe û îftirayên bêyî bingeh dixe ser partiya demorkata Kurdistanê û hewl dide bi vê rengî sernekeftina xwe li Rojavayê Kurdistanê weşêre.

PYD têkeliyên xwe bi neyarên gelê Kurd re hene û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kiriye esîrê xwe û nahêle doza Kurd li vê beşa Kurdistanê de pêş keve, yekrêzî û yekîtiyagelê Kurd ji nav biriye û peymanên ku di navbera hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de hatine îmzekirin bin pê kiriye û peyman li gel neyarên gelê Kurd de îmze kiriye û ji bo parastina berejwendiyên rejîma Sûriyayê şer li ser gelê Kurd feriz kir û niha jî bi gotin û îdîayên bêyî bingeh û dûr ji rastî dixwaze gelê Kurd bi awayeke din rastiyên heyî fêm bike.
Top