Êrîşeke Gaza Jehrê li Naverasta Sûrîyê Tê Ragihandin
Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî û Rêxistina çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov îro Şemîyê gotin ku êrîşên asmanî yên hikûmetê roja Înîyê bûn egera ketina bi dehan birîndar û herwiha berdana gazeke jehrî li ser gundê Kefer Zeita.
Televizyona dewleta Sûrîyê Şemîyê endamên rêxistina Cebhet el Nusra ya ser bi el Qayîde ve bi bikaranîna gaza klorînê li Kefer Zeita tawanbar kir. Televizyon dibêje, di wê êrîşê de du kes hatin kuştin.
Heta nuha yek jî ji van herdu îdîayan bi awayekî serbixwe nehatiye piştrastkirin.
VOA
