Li Qamişloyê agir bi benzînxaneyekê ket
Duhî saet 18.30, ji ber pirsgirêka elektirîkê agir bi jeneratora benzînxaneya Mele Hacî ya li taxa Cimaayê ya Qamişlo ket.
Agir piştî çend saetan bi alavên vemirandinê yên benzînxaneyê hate vemirandin. Di encamê de ziyana madî çêbû.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo, imbara benzînxanê neteqiyaye û niha hêzên asayişê rewş xistine bin kontrola xwe.
her wiha peyamnêrê Rûdawê da zanîn, di bûyerê de ti kesî zirar nedîtiye tenê hinek zirarên madî çêbûne.
Rûdaw
