• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Wezîrê Derve’ yê Kurdistanê Felah Mistefa: Divê PKK ji çiyê dakeve

Gulan Media April 11, 2014 Nûçe
‘Wezîrê Derve’ yê Kurdistanê Felah Mistefa: Divê PKK ji çiyê dakeve
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de divê gerîlayên PKKê ji çiyê dakevin û got, eger pêwîst bike emê bibin navbeyinkar jî.

Tora înglîzî ya BBC bi Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa re hevpeyvînek encam da. Di hevpeyvînê de ku Felah Mistefa wek “wezîrê derve” hatiye nasandin, Mistefa li ser rewşa pêvajoya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyên girîng da.

“Wezîrê Derve” yê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê gerlayên PKKê yên li Qendîlê dakevin û kêşeya hebûna PKKê were çareserkirin çimkî li cihê ku aştî hebe nabe çek hebe.

Felah Mistefa anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştevaniya pêvajoya aştiyê kiriye û di wê baweriyê de ye ku bi çêbûna aştiyê herêm dê aram û bi ewle bibe.

Li gorî Mistefa, divê her du aliyên pirsa kurd li Tirkiyê bi sebr tevbigerin û tiştên ku îmkana pêkanîna wan tine, neyên xwestin û gotin, çimkî pirsa kurd dê bi têgihîştina rêber û rayedarên her du aliyan were çareserkirin.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê derheqê navbeyinkariya Herêma Kurdistanê di berdana çekan ji aliyê PKKê de jî ragihand, hikûmeta Tirkiyê baştir dizane dê çi bike û heta ev pêvajo bidome dê baştir bizane ka çi pêwîst e û wiha got: “Eger ji me tiştek were xwestin û ji bo çêbûna aştiyê di navbera birayên kurd û tirk de çi pêwîst be em amade ne.”

Felah Mistefa destnîşan kir ku derxistina lêborîna giştî li Tirkiyê zerûrî ye ji ber ku divê mirovên han derbasî nav siyasetê bibin û divê deriyek ji wan re were vekirin, bi vî awayî pêwendî dê ber bi normalbûnê ve biçin.

Li gorî BBC, di mijara rêveberiya demkî ya li Rojavayê Kurdistanê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî Enqerê ye, ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rêveberiya xweser a ku li Rojava ji aliyê PYDê ve hatiye avakirin, rexne kiribû, herî dawî jî li ser sînorê Rojava xendeq tê kolandin û ev jî bûye sedema nerazîbûnê.

“Wezîrê Derve” yê Herêma Kurdistanê li ser kolandina xendeqê li ser sînorê Rojava û Başûr got, ew xendeq ji bo astengkirina çekdarên komên radîkal ên mîna DAIŞ, El Nusra û El Qaîde her wiha qaçaxçiyan tê lêdan.

Felah Mistefa da zanîn ku deriyê sînorî yê navbera Rojava û Başûr ji alîkariyên mirovî re vekirî ye û wiha axivî: “Her çiqas nakokiyên me bi PYDê re hebin jî lê dîsa em sînor bi ser mirovên xwe yên li Sûriyê de nagirin.”

Mistefa rexne li PYDê girt û got PYDê li Rojava siyaseta xistiye bin kontrola xwe û mafê axaftinê nade yên din. Em dixwazin hemû kurd bên ba hev û bi hev re kar bikin.”

Berpirsê Pêwendiyên Derve li ser beşên din ên Kurdistanê jî got, me li Kurdistana Iraqê ji bo bidestxistina armanc û hêviyên xwe, Iraqa federal hilbijartiye û divê kurdên din jî bi hikûmeta navendî ya welatên ku tê de dijîn, li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe li hev bikin.

Li ser dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê jî Felah Mistefa got, hedefa me ya dewleta kurdî her heye û di cihê xwe de ye lê ya girîng dem û çawaniya avakirina wê ye lê vê gavê ev tişt ne di rojevê de ye.

Di bersiva vê pirsê de ku gelo niyeta we heye bi kurdên Sûriyê re dewletek kurdî ava bikin? jî Mistefa wiha got: “Niyeteke me ya wisa nîne. Ez derbarê kurdên Iraqê diaxifim. Kurdên Sûriyê divê li nav Sûriyê û bi hêzên opozîsyona wî welatî re biryar bidin.”

Rûdaw
Top