Li bajarê Himsê 25 kes htin kuştin
Dezgehên ragihandina fermî yên Sûriyê gotin ku 2 otombîlên bombekirî li bajarê Himsê li Sûriyê teqiyan û di encamê de 25 kes hatin kuştin û 107 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan SANA ya fermî anî ziman ku, gellek jin û zarok di nav kuştiyên herdû teqînan de hene ku li taxa Kerem el-Lûz hatin encamdan.
Herwiha ajansê herdû teqîn bi “Karekî terorî” wesif kirin ku rejîm navê “Terorê” li şervanên opozisyonê dike yên ku şer ji bo hilweşandina desthelata Esed dikin.
Rûdaw
